Li Stenbolê û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Stenbolê û Îzmîrê endamên ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş çalakî kirin.
Li Stenbolê û Îzmîrê endamên ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş çalakî kirin.
Li Îzmîrê parêzvanê mafê mirovan xwestin girtiyên nexweş Sîsê Bîngol û Mevlude Başdaş ên tedawiya wan tê astengkirin demildest bên berdan. ÎHD'a Stenbolê jî balê kişand ser rewşa girtiya nexweş Nazli Soglî û xwest bê berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova a (ÎHD) a Îzmîrê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 457’emîn de li ber Konuta Serokwezîrtiyê ya li navçeya Konaka Îzmîrê çalakiya xwe dewam kir. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Dayikên Aşitiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nebe, dimirin nebe şirîkê mirinê” hildan û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Sîsê Bîngol (80) a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê û Mevlude Başdaş (60) a li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê.
‘PAŞ DE ŞANDIN HEPSÊ’
Endama ÎHD’ê Nehîr Bîlece der barê rewşa Sîsê Bîngol de agahî da û got tevî ku Bîngol nikare li girtîgehê bimîne û raporên wê yên nikare li girtîgehê tedawiya xwe bike jî hene nayê berdan û piştî tedawiya 8 rojan a li Mêrsînê paş de wê şandin hepsê.
‘DAXWAZA TALOQKIRINA CEZA HAT REDKIRIN’
Bîlece da zanîn ku Mevlude Başdaş jî bi boneya di 1’ê cotmeha 2015’an de li Çiyayê Bagoka navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî operasyona eskerî beşdarî çalakiya mertalên zindî bûye 4 sal û 2 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn. Bîlece diyar kir ku li gel Başdaş nexweşek ji sedî 86 astengdar e û nexweşîna dil pê re heye jî nayê berdan û daxwaza taloqkirina înfaza wê hatiye redkirin.
‘DEMILDEST BERDIN’
Bîlece destnîşan kir ku rewşa girtîgehê ne li gorî tendûristiya Bîngol û Başdaş e û ji bol i derve li cem malbatên xwe bên dermankirin xwest her du jî demildest bên berdan.
‘WELAT VEGUHERIYE GIRTÎGEHA SERVEKIRÎ’
Parlamenter Nuran Îmîr jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her kes di bin gefan de ye û got: “Welêt veguheriye girtîgehek servekirî. Em ê têkoşîna jinên siyasetmedar ku li zîndanan li ber xwe bidin bidomînin. Heta em wan azad bikin dê çalakiyên me ji bo girtiyan dewam bikin.”
STENBOL
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 348’emîn de pêk bîne, ancax polîsan asteng kir. Li ser vê yekê parêzvanê mafên mirovan li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da û bal kişandin ser girtiya nexweş Nazli Soglî. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa Nazli Soglî û got dixwazin wê bi kelepçekirî muayene bikin û ji ber wê nexwestiye paş de wê şandine hepsê. Onaran nameya Soglî parve kir û Soglî di nameya xwe dibêje ku sancoyê wê zehmetiyê didine û xwest ji ber nexweşîna wê saziyên mafê mirovan hewl bidin ku cezayê wê bê taloqkirin.
Onaran diyar kir ku ew daxwaz dikin hemû astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş bê rakirin û bang li rayedaran kir ku di vê mijarê de gav biavêjin û girtiyên nexweş demildest bên berdan.