Li Stenbolê serdegirtina malan: 3 zarok hatin binçavkirin

Li Stenbolê serdegirtina malan: 3 zarok hatin binçavkirin

Li navçeya Kuçukçekmeceyê di serdegirtina malan de 3 zarok hatin binçavkirin.

Li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê di serdegirtina malan de 3 zarokên bi navê E.A. (15), A.A. (17) û E.A. (15) hatin binçavkirin. Hate zanîn ku, di serdegirtinan de polîsan hard dîsk, CD û gelek pirtûk destser kirin. Hate ragihandin ku, polîsan li gorî lîsteya di destê wan de navên 6-7 kesan ji malbatan pirsîn û pirsa wan dinasin kir. Zarokên hatin binçavkirin birin Şaxa Zarokan ya taxa Înonuyê. Sekna malbatan a li ber qereqolê didome û hate hînbûn ku, dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.