Li Stenbolê polîsan êrîşî pîrozbahiya 27'ê Mijdarê kir

Li Stenbolê polîsan êrîşî pîrozbahiya 27'ê Mijdarê kir

Girseya ku xwest li qada Okmeydani ya Stenbolê 27'ê Mijdarê 34. salvegera damezirandina PKK'ê pîroz bike rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşa polîsan ya bi ava şit û bombeyên gazê de gelek welatî birîndar bûn.

34'emîn salvegera 27'ê Mijdarê roja damezirandina PKK'ê li gelek cihan bi şahiyan hate pîrozkirin. Girseya ku xwest li Parka Sibel Yalçin a qada Okmeydani ya Stenbolê 27'ê Mijdarê 34’mîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz bike rastî êrîşa polîsan hat.

Girseya ku li Parkê kom bûn û rêz girtin, Koma Agirê Jiyan ya NÇM'ê ya konser da û piştî konserê bi sedan polîsên hêzên çevik bêyî ku girseyê hişyar bike bibombeyên gazê êrîş kir. Di êrîşa polîsan ya bi ava şit û bombeyên gazê de zarok, jin û ciwan gelek kes birîndar bûn. Gelek welatiyên ku ji polîsan reviyan ji talûkeyên mezin xilas bûn. Piştî êrîşa polîsan bi panzêr û maşîneyên zirxî park dorpêç kir. Ji ber ku polîsan zêde bombeya gazê bikaranî tax vegeriya qada şer û ewrên gazê çêbûn.