Li Stenbolê polîsan avêtin ser malan
Li 9 navçeyên Stenbolê, 16 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li 9 navçeyên Stenbolê, 16 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Stenbolê, polîsan danê sibehê avêtin ser 20 malên li 9 navçeyan. Di serdegirtinan de, 16 kes bi îdîaya endametiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, ku li Kolana Vatanê ye.