Li Stenbolê li dijî êrîşên li ser Rojava 3 çalakî hatin lidarxistin
Milîsên Suphî Nejat Agirnasli li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li Stenbolê 3 çalakî pêk anîn.
Milîsên Suphî Nejat Agirnasli li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li Stenbolê 3 çalakî pêk anîn.
Mîlîsên Suphî Nejat Agirnasli ji bo bersivdayîna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li Stenbolê 3 çalakî pêk anîn.
Derbarê çalakiyên Milîsên Suphî Nejat Agirnasli de ev agahî hatin dayîn;
“Şeva 4’ê Kanûnê di saet derdora 23:00’an de wesayîteke aîdê faşîstekî ya li nêzî Viaport AVM ya li ser rêya Bagcilara Stenbolê hate şewitandin.
3’ê Kanûnê di saetên şev de li Tuzlayê wesayîtek hate şewitandin.
3’ê Kanûnê di saet derdora 23:00’an de depoyekî aîdê faşîstekî ya li Yenîbosnayê hate şewitandin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her roj êrîşên li ser Rojava zêde dibin. Komên çeteyan ên ku dewleta Tirk bi salan in perwerde dide, bi artêşa Tirk a dagirker re bi awayekî koordîne li dijî xaka şoreşê êrîşên herî mezin ên komkujiyê yên çend salên dawî pêk tîne. Em bi hemû hêz û biryardariya xwe beşdarî seferberiya çalakiyê ku li hemberî van êrîşên topyekûn hatiye destpêkirin, dibin.
Em bang li hemû gel, hêzên şoreşgerî, kedkar û ciwanan dikin; Şoreşa Rojava nirxa hevpar a ya me hemûyan e. Roj hatiye ku em bi ruhê Şoreşa Yekbûyî şerê xwe yê gelê şoreşgerî bêhtir birêxistin bikin û çokê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya dijminê gelan bitewînin."