Li Stenbolê ji bo Leyla Guven çalakî
Rêxistina HDP’ê ya navçeyî ya Sûltangazî ya Stenbolê, ji bo dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven protesto bikin çalakiyek lidar xist.
Rêxistina HDP’ê ya navçeyî ya Sûltangazî ya Stenbolê, ji bo dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven protesto bikin çalakiyek lidar xist.
Li ber avahiya HDP’ê ya li Sûltangaziyê, di dema xwendina daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” vekirin.
Di çalakiyê de ku li ser hev dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirîn, Hevseroka Rêxistina Navçeyî ya Sûltangazî ya HDP’ê Bêrîvan Zadsan axivî.
Zadsan got: “Leyla Guven tevahiya jiyana xwe bi tundî û zehmetiyan derbaz kir. Bi çendîn car di girtîgehê de maye. Herî dawî 7’ê Mijdar 2018’an di greva birçîbûnê de 200 rojan liber xwe da.”
Zadsan wiha dom kir: “Leyla Guven jinek ku têkoşîn dike ye, weke siyasetmedarek Kurd hate hedefgirtin. Ev hemû êrîş ji bo wê ji bo nirxan dûr bike û ji berxwedanê bixe li dijî wê hatin pêkanîn, lê belê ne Leylayê dest jê berda ne jî têkoşîna me rawestiya.”
Zadsan bertek nîşanî neberdana Hevserokê berê yê Giştî yê wan Selahattîn Demirtaş rûxmê ku biryara DMME’yê jî nayê berdan da û xwest ku demildest Demirtaş were berdan.
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.