Li Stenbolê êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve!

Li gelek navçeyên Stenbolê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Rojava hatin protestokirin û wiha hat gotin: “Kobanê neket û wê nekeve.”

Li navçeya Esenler, Beşîktaş, Bahçelîevler, Esenyûrt, Gaziosmanpaşa, Avcilar û Kartalê yên Stenbolê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

ESENLER

Rêxistina HDP’ê ya Esenler, Fatîh û Zeytînburnuyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, li qada Esenlerê daxuyanî da çapmemeniyê. Lê polîsan girseya li ber Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Esenlerê bi hinceta "qedexeya çalakiyan heye" asteng kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Fatîhê bertek nîşanî biryarê da û got: “Ev rewş li dijî hiqûqê ye û mafên wan yên di destûra bingehîn de tên astengkirin.“ Li ser vê yekê jî polîsan diyar kir ku eger li çalakiyê bikin wê êrîş gel bikin. Çalakî bê alozî bi dawî bû.

BEŞÎKTAŞ

Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Hevserokê Rêxistina SYKP’ê yê Stenbolê Ronî Goren û gelek kes beşdarî çalakiya ku li Qada Îskele hat lidarxistin bûn. Girseya li qadê kombû ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Piştre jî polîsan bêyî hincet nîşan bidin girse destgîr kirin. 10 kesên hatin destgîrkirin bi dirûşmeyên “Bêdeng nemîne, ji şer re na“ û “Wê rûmeta mirovahiyê êşkenceyê têk bibe“ li ber xwe dan. Nehat zanîn ku kesên hatine destgîrkirin birine kû derê.

BAHÇELÎEVLER

Girseya xwest li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bahçelîevlerê çalakiyê li dar bixe rastî êrîşa polîsan hat. Girseyê bê navber dirûşmeyên, “Ji şer re na, aştî niha”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Şer AKP, gel aştiyê dixwaz e” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin. Di nav de rêveberên HDP’ê jî nêzî 40 kes hatin destgîrkirin.

ESENYÛRT

Li navçeya Esenyûrtê jî gelek kes li ber avahiya Rêxistina HDP'ê hatin ba hev û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan girseya gel asteng kir û destûr nehat dayîn ku daxuyaniyê bidin. Piştî girseyê bertek nîşanî vê rewşê da polîsan avahiya navçeyê dorpêç kirin. Polîsên ku nehiştin girse ji avahiya navçeyê derkeve, bi gaza îsotê êrîş kir. Hate hînbûn ku di dema êrîşê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Esenyurtê Ercan Saglam rakirin nexweşxaneyê û 13 kes jî hatin destgîrkirin.

GAZÎOSMANPAŞA

Rêxistinên HDP’ê yên Arnavûtkoy, Gazîosmanpaşa û Sûltangazî, ji bo şermezarkirina êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê xwestin li Qada Karayollari ya Taxa Gazîosmanpaşayê bimeşin. Polîsên ku qad dorpêç kirin destûr nedan girse bimeşe.

Piştî ku meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, girseya gel xwest daxuyamiyê bide. Lê belê polîsan destûr neda û 4 kes destgîr kirin.

AVCILAR

Çalakiya ku dihat plankirin li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Avcilarê de bê lidarxistin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştre welatiyan li avahiya navçeyê daxuyanî da çapemeniyê.

KARTAL

Li Kartalê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî berxwedana Kobanê” , “Kobanê neket û wê nekeve“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navên kesên ku li navçeyên Stenbolê hatin destgîrkirin wiha ye: “ Hevberdevkê HDK‘ê Erkan Tepelî, Sitki Tatlici, Dogû Yilmaz, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Esenyûrtê Ercan Saglam, Gamze Kaya, Selma Yilmaz, Fikret Tekîn, Leyla Degirmencî, Metîn Tîlkî, Metîn Bûrûkanû, Kerem Kartal, Nihat Memîş, Arîf Erol, Abdullah Arinan, Bulent Sancar, Medet Duzenlî, Mûrat Guven, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bahçelîevlerê Kemal Tepe, Fatma Çatar, Kemal Erol, Sabrî Aydin, Alî Karakoyûnlû, Azîz Mûhtar, Medîne Gok, Abdulkerîm Daş, Halîl Kizilgedîk, Îsmaîl Gunay, Mehmet Sadik Yilmaz, Mûstafa Guler, Erkan Çelîkhan, Hasan Çelîk, Endamê Meclîsa HDP‘ê Ahmet Saymadî, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Beyoglûyê Sultan Gurbey, Aynûr Karakartal, Hekîm Coşkûn, Yûsûf Gulen, Şengul Bilaayaz, Aysû Demîr, Şebnem Sunnetçîoglû, Mûtlû Ozturk, Hasan Yilmaz, Ronî Goren û Hasan Çetînkaya.”