Li Stenbolê di çalakiya ji bo Grup Yorum de 7 kes hatin destgîrkirin

Ji bo mûdaxeleya bi zorê li ser endamên Grup Yorum li nexweşxaneyê hatî ferzkirin, li Stenbolê ji kesên ku protesto kirin, 7 kes hatin girtin.

Buroya Hiquqî ya Gelan (HHB) dabûn diyarkirin ku xwestibûn bi zorê mudaxelaya tibî li ser endamên Grup Yorum Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek pêk bînin.

HHB yê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev got: “Mudaxeleya bi zorê cînayete! Mudaxeleya bi zorê êskenceye! Kesên ku vê mudaxeleya bi zorê ya ku li ser muwekîlên me tê ferzkirin guncaw dibînin, zererek normal ji bigihe wan, hemû hekîmên ku pêk tînin û yên ku nabin asteng, di serî de Wezirê Tendirustiyê û Rêvebirên Nexweşxaneya Perwede û Lêgerînê ya Umraniyê berpirsyar in.”

Piştî mudaxeleya bi zorê li Stenbolê polîsan êrîşî çalakiyê kirin, 7 kes destgîrkirin.