Li Stenbolê civîna ‘Sûriyeyê’ destpê kir
Li Stenbolê civîna ‘Sûriyeyê’ destpê kir
Li Stenbolê civîna ‘Sûriyeyê’ destpê kir
Welatên ku navê “Koma Dostên Sûriyeyê” li xwe kirîn, li Stenbolê civiyan. Çav lê ye ku di civînê de Wezîrê Derve yê DYA’yê John Kerry ji komên li Sûriyeyê re ragihîne ku, dê di mijara çekên parastinê de alîkariyê bihêztir bikin.
Li gorî nûçeya AFP’ê dîplomatek yê Amerîkayî destnîşan kir ku, Kerry dê bi wesîleya vê civînê ji muxalefetê re daxuyaniya “ji komên tundiyê zêde bikarnaynin, alîkariya zêde ya nakuje” dê bike.
Li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglû ku malovaniya civînê dike, hempîşeyê wî yê DYA’yê Kerry, wezîrên karê derve yên Fransa, Îngilîstanê, Alman, Erebîstana Siûdî û Qetarê, her wiha rayedarên Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê li Stenbolê kombûn.