Li Stenbolê cezayê li ser Leyla Guven hate protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ligel ku polîsan xwestin asteng bikin jî li pêşiya avahiya xwe cezayê girtîgehê yê 5 salan a li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn, protesto kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ligel ku polîsan xwestin asteng bikin jî li pêşiya avahiya xwe cezayê girtîgehê yê 5 salan a li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn, protesto kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê cezayê girtîgehê yê 5 salan a li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn, protesto kir.
Polîsan beriya daxuyaniyê dora avahiyê girtin û nehişt ku girse li ber derî daxuyaniyê bide. Girseyê bi sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Li hemberî faşîzmê em mil bidin hev’ rewş protesto kirin.
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût di çalakiyê de axivî û got “Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê bernedin. Guven dizanibû ku wê 22 salan ceza lê were birîn lê wê xebatên xwe domand. Bi ser de 5 salên din ceza lê hate birîn. Em ê heta pêkanîna edaletê çalakiya xwe bidomînin.”