Li Stenbolê çalakiya bi bombeya deng
Li Stenbolê çalakiya bi bombeya deng
Li Stenbolê çalakiya bi bombeya deng
Li Sancaktepe ya Stenbolê doh bi şev bombeyeke deng teqiya.
Li taxa Ataturk a Sancaktepeyê, doh saet di 21.30 de li kolana Demokrasiyê bombeyeke teng teqiya. Ji ber teqînê ji bo demeke kin panîk rû da û piştî teqînê li kolanê pankarteke bi nivîsa "MKP-HKO" hat daliqandin û pakêteke gumanbar hat danîn.
Li dû teqînê, polêsan dor li taxê girtin û piştî lêkolînan derket holê ku pakêta li taxê hatiye hiştin, vala ye.