Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo protesto kirina qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê ber bi balyozxaneya Fransayê ve meşiyan. Girseyê bi sloganên avêtine komkujî nelet kirin û xwestin Fransa kiryaran derxîne holê.
Li ser banga Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Stenbolê, bi hezaran kesên komkujiya li Parîsê şermezar kirin ber bi balyozxaneya Fransayê ve meşiyan.
Girseya ku di nav de Parlementerên BDP’ê Emîne Ayna û Ayla Akat jî di nav de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soyelemez yên li Parîsê hatin qetilkirin hilgirtin û sloganên komkujiyê şermezar dikin avêtin. Ciwanên ku hate dîtin gelek bihêrsbûn sloganên “PKK gele gel li vire” û “tolhildan” avêtin.
Bihezaran kesên nêzî balyozxaneyê bûn, polîsên ku balyozxane dorpêç kirî ji ber sedema sloganên dihatin avêtin gefa mudaxeleyê dikin. Girse li beramberî gefên polîsan bikomî slogana di avêjin. Çalakî didome.