Li Stenbolê bi hezaran kes rê li trafîkê girtin

Li Stenbolê bi hezaran kes rê li trafîkê girtin

Stenbol pêşengiya çalakiyên Kurdan ên li Kobanê dike. Bi hezaran kes rêya wesayîtan a TEM’ê girtin û dest bi meşê kirin. Çalakgeran li kolanan bend danîn.

Piştî banga HDP’ê ya ji bo Kobanê, bi hezaran kes daketin qadan. Li Stenbolê jî li Qada Maltepe bi hezaran daketin kolanan û rê li trafîkê girtin. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşê meşê kirin. Di encama êrîşê de rêveberê HDPya navçeya Maltepeyê Besîm Yilmaz hate binçavkirin û birin Qereqola Cuhmuriyetê.

Bi hezaran kesên li taxa Gazî, li ser cadeya Îsmetpaşa li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin. Polîsan bi bombeyên gazê, gava şid êrîşê çalakiyê kirin. Çalakgeran bi molotof, fîşekên hewayî û keviran bersiv da êrîşa polîsan. Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de didomin û hate ragihandin ku dengê çekan hatiye bihîstin.

Koma ku li Sariyerê jî bi banga HDP û DBP’ê li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin. Polîsên Tirk li vir jî bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê çalakgeran kirin. Piştî girseyê bersiv da êrîşa polîsan, pevçûn dest pê kirin û heta saetên dereng berdewam kirin.

Her wiha, bi banga HDP û HDK’ê, li taxa Bayramtepe li hev kom bûn û cadeyên Qibris û Fatîhê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin qêrîn û dest bi meşê kirin. Piştî mudaxeleya dijwar a polîsan, pevçûn dest pê kirin.

Bi hezaran kesên li ber nunertiya DBPê ya li Kanaryayê li hev kom bûn, ber bi cadeya Şahînê ve dest bi meşê kirin û bend li ser rê danîn. Girseyê bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Çalakgeran kamerayên mobese yên li ser rê şkandin û alên YPG’ê lê çikandin.