Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev kom dibin

Li Stenbolê cejna Newrozê îsal li qada Yenîkapi tê pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya HDP û HDK'ê tê lidarxistin. Bi hezaran kes ber bi qadê ve diçin.

Cejna Newrozê ya 2023'an bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" tê pîrozkirin.

Çalakiyên Newrozê wê ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejên li Mereşê bêne lidarxistin.

Çalakiya Newrozê ya li Stenbolê, li qada Yenîkapi tê lidarxistin.

Ji bo Newrozê, ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê, li qadê dikeke mezin a ji rengê reş hate danîn.

Ji serê sibehê ve ji gelek navçeyên Stenbolê bi hezaran kes bi rê ketin û berê xwe dan Qada Yenîkapiyê.

Girseya gel li qadê ji nuqteyên ewlekariyê derbas dibin. Hin ji beşên ketinê yên Metroya Marmaray ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Ji aliyê Aksarayê ve girseya gel dikevin qadê.

Li gel baranê li Qada Yenîkapiyê girseya gel kom dibe. Tevlîbûna zêde ya ciwanan balê dikişîne. Li qadê tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" têne qîrîn.

Li qadê alên HDP û Partiya Kesk Çep tê hildan.