Li Stenbolê 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê destgîrkirin

Di avêtina ser malan de ya li Stenbolê 9 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinên saetên sibehê ya li Esnedere ya Stenbol ya li ser malan de 9 endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ciwan bi sûcê ‘endamên rêxistin’ û ‘propagandaya rêxistinê’ destgîrkirine. Navê ciwanên hatin girtin nehatin zanîn, hate zanîn ku li Miduryeta Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûryeta Emniyetê tên ragirtin.

Li ser mijarê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê li ser hesavê medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Desthilata faşîst a AKP’Pê bê ku bêjin, jin, zarok û kal, bi êşkence û destgîrkirinê wisa dizane ku wê me tine bike, hûn nikarin me tine bikin.”