Li Stenbolê 3 kesên HEDEP'yî hatin girtin

Li Stenbolê ji 42 kesên di 24'ê Mijdarê de hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin, 39 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li Stenbolê di 24'ê Mijdarê de tevî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), rêveberên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Gorucu jî di nav de 42 kes hatin binçavkirin.

Ji bo binçavkirinan 2 lêpirsînên cuda yên salên 2021 û 2022'an weke hincet hatin nîşandan.

Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" 3 kes hatin girtin, 39 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Kesên hatin girtin endamê Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Omer Gorunmek, Azad Bariş û Şehmûs Bariş in. Hate ragihandin ku wê her sê kesên hatin girtin bixin Girtîgeha Marmarayê.