Ji 5 kesên ku li Esenyurtê derxistin edliyeyê 3 jê hatin girtin.
5 kesên ku 27’ê Mijdarê di serdegirtina malan ya li navçeya Esenyurt ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin û şeva din karûbarê wan yê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bidawî bibû.
Piştî îfadeyên wan yên li dozgeriyê Îbrahîm Eren serbest hate berdan Rêveberê BDP’a Esenyurtê Muhacir Îlhan, Atîlla Coşkun, Mûrat Kalmaz û Rojîn Ugurlu bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Murat Kalmaz bidaraza serbest hate berdan, Muhacir Îlhan, Atîlla Coşkun û Rojîn Ugurlu jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin girtîgehan.