Li Stenbolê 10 jê zarok 18 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê 10 jê zarok 18 kes hatin binçavkirin

Polîsan li 4 navçeyên Stenbolê di ser gelek navnîşanan de girt û 10 jê zarok 18 kes binçavkirin. 18 kesên hatin binçavkirin hêj li midûriyeta polîsan tên girtin.

18 kesên li navçeyên Bagcilar, Esenler, Gungoren û Bahçelîevler ên Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin hêj karên îfadeyên wan berdewam dikin. 10 zarokên hatin binçavkirin li şaxên zarokan ên Bahçelîevler, Bagcilar û Kuçukçekmeceyê, 8 kesên din jî li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê tên girtin.

Li gorî agahiyên parêzerên wan dayîn ji ber ku biryara "veşartinê" heye sedema operasyonê hîn nebûn. Hate zanîn ku, 18 kes bi sûcdariya "Endamên PKK/KCK'ê" ne. Ji ber ku ji bo zarokên hatin binçavkirin dema dirêjkirinê hate xwestin, çav lê ye ku sibê derbixin dozgeriyê. 8 kesên din jî li bendêne ku di Pencşemê derbixin dozgeriyê.