Li Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş çalakî

Li Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş çalakî

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Stenbol û Enqereyê de helwesta dewletê ya der barê girtiyên nexweş de hat şermezarkirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê bi armanca bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ku her hefte çalakiya rûniştina F li dar dixin, di çalakiya 130’emîn de li ber Lîseya Galatasaray hatin gel hev.

Di daxuyaniya ku ji aliyê parêzvana mafê mirovan Mukaddes Şamiloglu ve hat kirin rewşa girtiyê bi navê Îhsan Sonmuz ê bi pençeşêra pişîkê ye hat destgirtin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

ENQERE

Li Enqere ji aliyê Platforma Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakiyek  pêk hat. Endamên platformê ên li Kolana Konur a li ser Caddeya Yuksel hatin cem hev ji wir ber bi Parka Guven ve meşiyan. Di meşê de dirûşmayên “Ji tecrîdê re bes e”, “Bila girtî bên berdan, zîndan bên hilweşandin”, “Bijî berxwedana zîndanan” hatin gotin. Hinek ji çalakvanan jî bi awayekî temsîlî kefen li xwe kirin. Endamên platformê yên meşa xwe ya li Parka Guven temam kirin demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Piştî çalakiya rûniştinê yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Deniz Kesmez diyar kir ji bo ji girtîgehan tabût dernekevin çar meh in her rojên Şemiyan kefanan li xwe dikin û derdikevin kolanan.

Kesmez got ku di meha Hezîranê de têkildarî mijarê bi hikûmetê re hin hevdîtin pêk anîne. Rayedarên hikûmetê ji wan re gotin ku der barê girtiyên nexweş de xebatên cidî dikin. Li ser vê yekê daxuyanî dane heta meha Îlonê wext dane hikûmetê û eger gav neyên avêtin wê çalakiyên xwe yên girseyî dewam bikin. Kesmez diyar ku demsalek di ser hevdîtina wan re derbas bûye û heta niha ti gavek nehatiye avêtin û got: “Em ji vir careke din hikûmetê hişyar dikin. Jiyana mirovan nekin mijara bazara siyasetê.”