Li Stenbol û Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Edeneyê, di serdegirtina malan de 15 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Edeneyê, di serdegirtina malan de 15 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk li 10 navçeyên Stenbolê avêtin ser 15 malan. Di encamê de 7 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, ku li Kolana Vatanê ye.
Li Edeneyê jî di serdegirtina malan de vê sibehê 8 kes hatin binçavkirin.
Li dû kontrola tenduristiyê ya li saziya tipa edlî ya Edeneyê, kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.