Li bajarê St. Nazaire yê li herêma Rennes ya Franseyê di çarçoveya kampanyaya Ji Ocalan re Azadî de ji bo azadiya Ocalan 610 îmze hatin berhevkirin.
Xebatên berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Rennes a Franseyê berdewam dike.
Li bajarê St. Nazaireyê ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin û 610 îmze hatin berhevkirin. Her wiha di standê de derdora 800 belavok hatin belavkirin û bal kişandin ser rewşa Ocalan.
Li herêma Rennes malbata Kurd a Seven û Kurdistaniyan li bajarên herêmê derdora 11025 îmze berhev kiribûn.