Li Solothûrn û Melboûrne aktivîteyên bi mijara Rojava

Li bajarê Solothûrn ê Swîsre û bajarê Melboûrne yê Avûstûryayê aktivîteyên bi mijara Rojava-Kobanê hatin lidarxistin.

SOLOTHÛRN

Li barjê Solothûrn ê Swîsreyê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pêşengehek wêneyan a bi navê Pêşengeha Rojava hate vekirin.

Di pêşengeha ji aliyê Meclîsa Jinan a Pinar a Sothûn, wêneyên têkildarî Rojava hatin nîşandan. Di pêşengeha welatiyên Swîsreyê jî eleqeyek mezin nîşandan de Koma Govendê ya bi navê Agirê Welat derketin ser dikê.

Wê pêşengeh mehekê bidome.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Avûstûryayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê semînerek hate dayîn.

Di şeva bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, bandora siyasî û îdeolojî ya Rojava hate destgirtin.

Piştî sînevîzyona bi mijara Kobanê û şûnde ji bo semînerek bi mijara “Şoreşa Jinê ya Rojava” bê dayîn rojnamevan Federîke Geerdînk ê li Avûstûryayê tevlî bû û axaftin kir.