Li Şirnexê dîmenên OHAL'ê

Li Şirnexê dîmenên OHAL'ê

Li Şirnexê berî 15'ê Sibatê roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê tedbîrên polîsan gelek zêdebûn. Polîsan li ketin û derketina navenda Şirnexê nokteyên lêgerînê avakirin û kesên dikevin navenda bajar tên qeydkirin û vê pêkanînê, dema OHAL'ê bi bîrxist.

Li navenda Şirnexê ji ber 15'ê Sibatê roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê tedbîrên polîsan gelek zêdebûn. Polîsan li gelek nokteyên bajar wesayîtên zirxî lê bi cih kirin û di ketin û derketina bajar de jî lêgerîn û kontrola nasnameyan pêk tê. Li aliyê din riyên ji gund û çoltaran re diçin jî bi wesayîtên kar bi bariyerên lê hatin bicihkirin hatin girtin. Ji ber riyên hatin girtin welatî riya kîlometreyek 10 kîlometreyan diçûn û ji ber vê yekê bertek nîşan pêk anînê dan. Welatiyên ji nokteyên lêgerînê re derbas dibin tên qeydkirin.

Komekî ciwanan li taxa Atakentê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîna Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Ciwanên li riya Adîle Naşît ji trafîkê girtin û agir hilkirin sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vir e" berz kirin. Çalakiyê heta derengî şevê berdewam kir.