Li sînor ji 7 heta 70 salî zincîra ji mirovan

Li sînor ji 7 heta 70 salî zincîra ji mirovan

Li gundê Mehser a xeta Pirsûs-Kobanê ku çalakiya nobetê lê didome, îro zincîra mirovahiyê hat avakirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de zarokekî biçûk û kalekî dest dane hev û berxwedana Kobanê silav kirin.

Berxwedana çalakiyên nobetê yên li sînor yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk tên di roja 58’an de berdewam dike û her wiha li xeta sînor welatiyên ku nobet digirtin zincîra mirovahiyê çêkirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Berxwedêrên gundê Mehserê, bi meşekê hatin qada gundê  ku her roj zincîra mirovahiyê lê tê çêkirin. Li vir ji 7’an heta 70’ê her kesî dest dan hev û di dirûşman hewl dan dengê xwe bigihînin hêzên YPG û YPJ’ê. Di zincîra mirovahiyê de zarokekî 5 salî û karekî 70 salî destê xwe dan hev û berxwedana Kobanê silav kirin.

Di dema zincîra mirovahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin hildan. Bê navber dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd namirin" hatin berzkirin.