Li Sînopê wesayîtên heyeta HDK'ê rastî êrîşê hatin
Li Sînopê wesayîtên heyeta HDK'ê rastî êrîşê hatin
Li Sînopê wesayîtên heyeta HDK'ê rastî êrîşê hatin
Li Sînopê koma bi armanca hevdîtinên HDK'ê yên li Sînopê provoke bikin li dora avahî hatin cem hev û êrîşî wesayîtên wekîlan kirin. Komê hemû amûrên di wesayîtan de şikandin û belavkirin. Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder bertek nîşanî amîrê polîsan da û wiha got: "Heke hûn tedbîran negirin em dê tedbîrên xwe bigirin."
Heyeta HDK'ê dema li Mala Mamosteyan ya Sînopê civîna çapemeniyê li dar dixist koma li ber avahiyê kombû û her diçû hejmara wan zêde dibû êrîşî wesayîtên parlementeran kir û zirar dan wesayîtan. Komê camên wesayîtan şikandin û tiştên di wesayîtan de talan kirin û di vê demê de polîsan tu mudaxele li komê nekir. Sekna heyeta HDK'ê li Mala Mamosteyan a Sînopê didome. Hevdîtinên wekîlan ên bi rayedarên polîsan re kirin heta niha tu encama nehatin girtin.
Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder hevdîtina bi rayedarekî polîsan re kirî jê re got, "Di dîroka me de berê bûyerên wisa çêbûn. Hûnê hesab vê yekê bidin. Heke hûn ewlehiya me negirin em dê ewlehiya xwe bigirin." Onder diyar kir ku, kesê di nav komê de heqaret li wî kir polîsê sivîl bû û bertek nîşanî amirê polîsan da.
Koma ji serê sibê heya niha li ber avahiyê belavnebûyî polîsan tu mudaxele lê nekir. Hinek kesên di nav komê de bi ketina avahiyê ve ala tirkan daliqandin.