Li Silopiyê bo gêrîlayên PKK'ê mewlud hat dayîn

Li Silopiyê bo gêrîlayên PKK'ê mewlud hat dayîn

Li Sîlopiyê ji gerîlayên PKK’ê Sedîk Nas (Cîhat Diyar) û Salîh Nas (Mesut) û her wiha kurê Salîh Nas, Lokman Nas ku di dîrokên cuda de şehîd ketine mewlud da.

Ji PKK’iyên di dîrokên cuda de şehîd ketibûn mewlud hat dayîn.  Birayên hev Sedîk Nas û Salîh Nas û her wiha kurê Salîh, Lokman Nas mewlud hat dayîn. Posterên Ocalan û wêneyên hersê PKK’iyan hat daliqandin.  Hevserokê BDP’a Şirnexê Hamî Aktî, serokê rêxistina BDP’a Sîlopiyê Muhsun Kunur, nûnerên MEYADER’ê û xizmên malbatên PKK’iyan tevli bûn.

Mewlud bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî Mewludê, li ser navê MEYADER’ê Kadîr Kunur axivî û got ew bi saya ewladên kurd hatine vê astê û gelê kurd ji tunebûnê rizgar kirine.

Piştî axaftinan  Kumrî Nas ya ku du zarok û neviyê xwe wenda kir, got ew tenê kurê w ênînin, kurê hemû gelê kurdin.

Piştî axaftina mewlud bi dawî bû.