Li Silopiyayê keya rastî êrîşê hatin

Li Silopiyayê keyayê Taxa Ataturk Lezgîn Yagiz û keyayê Taxa Cumhuriyetê Osman Înal ên ji bajaroka Gite rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşê de Înal jiyana xwe ji dest da.

Li Silopiyayê keyayê Taxa Ataturk Lezgîn Yagiz û keyayê Taxa Cumhuriyetê Osman Înal ên ji bajaroka Gite rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşê de Înal jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê keyayê Taxa Ataturk Lezgîn Yagiz û keyayê Taxa Cumhuriyetê Osman Înal ên bajaroka Gite rastî êrîşa çekdarî hatin. Danê nîvro dema her du keya li ser Kolana 1'emîn a navenda bajêr bûn ji aliyê hin kes an jî kesan rastî êrîşê hatin û di encamê de her du keya birîndar bûn.

Piştî ku keya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya Înal jiyana xwe ji dest da û Yagiz jî tê tedawîkirin.