Li Şêxmeqsûd Meclîsa Hevbeş hate avakirin
Li Şêxmeqsûd Meclîsa Hevbeş hate avakirin
Li Şêxmeqsûd Meclîsa Hevbeş hate avakirin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Meclîsa Hevbeş ji bo rêvebirina taxê hate avakirin. Beriya avakirina meclîsê civîna gel hate lidarxistin û rêziknameya bingehîn a meclîsê hate gotûbêjkirin. Di civînê de desteya rêvebir a Meclîsê û 2 hevserok hatin hilbijartin.
Li Mala Gel a taxa Şêxmeqsûd ya Helebê bi armanca avakirina Meclîsa Hevbeş civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind a Kurd Xerîb Hiso axivî û bal kişand ser têkiliyên biratî ên di navbera hemû pêkhateyên herêmê de. Hiso da zanîn ku, gelên herêmê beriya rejîma Baas bê ser desthilatdariyê bi biratî bi hevre jiyan dikir.
Hiso di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, bi keda hemû aliyan dê hewldanên avakirina Sûriyeke demokratîk biserkeve.Her wiha Merî El Şiblî yê Ereb jî ku li herêmê kesayetekî navdare axivî û diyar kir ku, rejîmê bi lîstokên xwe temenê xwe dirêj kiriye û got: ‘’ Rejîma Baas tevlîhevî û nakokî di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de derxist. Niha ji hemû pêkhateyên herêmê û bi taybet Kurd û ereban tê xwestin ku li ser bingehê biratiyê û jiyana hevbeş têkiliyan bi hev re deynin.
Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Yekîtiya Star jî di civînê de axivîn û dan zanîn ku, avakirina Meclîsa Hevbeş di vê demê de ji Kurd, Ereb, hemû netew û mezhebên din re tê wateya lêvegera li hêmanên biratiyê yên herêmê.Di civînê de Şêx Ebdulbast El Cemîlî jî axaftinek kir û bal kişand ser biratiya di navbera gelên herêmê de û li ser vê yekê nimûneyên ji Qurana pîroz dan.
Piştî axaftin bi dawî bûn rêziknameya meclîsê ku berê hatibû amadekirin hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve nîqaş li ser hatin kirin. Di encama nîqaşan de pêşniyar ji bo guhertin di hin xalên rêziknameyê de çêbin û hin xal jî werin zêde kirin hatin kirin.
Di civînê de ji bo Rêveberiya Desteyê 7 kes hatin hilbijartin û ji 7 kesan jî 2 kes ji bo hevseroktiya desteya meclisê hatin hilbijartin.
Di dawiya civînê de Hevserokê Meclîsê Nûreldîn Elî axivî û destnîşan kir ku, meclîs bi keda hemû aliyan hatiye avakirin.