Li Sêweregê du wesayît li hev qelibîn: 10 birîndar
Li Sêweregê du wesayît li hev qelibîn: 10 birîndar
Li Sêweregê du wesayît li hev qelibîn: 10 birîndar
Li navçeya Riha Sêweregê, danê êvarê du wesayît li hev qelibîn û di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Li ser rêya bejahî ya Riha-Sêweregê, duh êvarê qezayeke trafîkê rû da. Du wesayîtên li hev qelibîn wergeriyan şarampolê û li gel ajokarên her du wesayîtan Mehmet B. û Halîl Y., welatiyên bi navê Sedef Y., Recep Y., Abdûrrahman Y., Fatma Y., B.Y., Melek Y., Rahîme Y. û Mehmet A. birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê û tê gotin ku rewşa tenduristiya wan baş e.