Li Sêrtê întiharek din ya leşkerekê

Li Sêrtê întiharek din ya leşkerekê

Hat ragihandin ku leşkerekî ji fermandariya Garnizonê xwe bi hilawistinê întihar kiriye.

Li gorî agahiyên bi dest ketine leşkerekî di  Fermandariyê de erkdar Î.O. (22) li daîreya ku nobet lêdigirt bi ben  hilawîstî hatiye dîtin. Leşkerên li cihê bûyerê Î.O yê hişyerdar ferk kirin.

Piştî lêkolînan cenazeyê Î.O ji bo  otopsiyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.