Li Serêkaniyê tangek hate derbkirin

Li Serêkaniyê tangek hate derbkirin

Pevçûnên li derdora Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de didomin. Li gorî agahiyan hêzên YPG’ê li rojhilatê bajêr tangek êrîşkaran derbe kirin.

 Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê ANHA’yê bidest xistine pevçûn li gundên Can Esmeryan, Çava yên li başûr-rojhilatê bajêr û gundê Elok ê li rojhilatê Serêkaniyê di saetên piştî nîvro  de dijwar bûn. Hate gotin ku komên çete 3 tang anîne herêmê û gundên herêmê topbaran dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên YPG’ê tangek êrîşkaran derbe kir û bi dehan çete hatine kutşin û birîndarkirin.

 Li aliyê din çavkaniyên herêmî ragîhandin ku Tirkiyê sînorê xwe ji êrîşkaran re vekiriye. Hate hînbûn ku di saetên sibê de 20 çete ji ser Tirkiyê re ketine gundê Elok yê 7 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê.