Li Serêkaniyê Heyva Sor li hezar malî alîkarî belav kir

Li Serêkaniyê Heyva Sor li hezar malî alîkarî belav kir

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê Heyva Sor a Kurd, ji alikariyên ku ji aliyê meclisa aborî ya DBK'ê û gelê bakurê Kurdistanê  hatibûn li welatiyan belav kir.

Heyva Sor a Kurd alîkariyên ku ji aliyê meclisa pêşxistina aborî ya Rojavayê Kurdistanê û gelê bakurê kurdistanê gihiştibû bajarê Serêkaniyê li 1000 malî belav kir. Derbarê alîkariyan de endamê Heyva Sor a Kurd D. Ciwan Mistefa diyar kir ku wan alîkariyên ku ji gelê Bakurê Kurdistanê û Meclisa Pêşxistina Aborî ya Desteya Bilind a Kurd (DBK) giştibû wan, li şîniyên bajêr belav kirine.

Her wiha Mistefa diyar kir ku ji ber komên çete û rêjîma Bass bajêr wêranbûye û erzaq nemane, ji ber wê Heyva Sor a Kurd bi hemû hêza xwe hewl dide ku aliykariyan bigihîne welatiyan.