Li ser sînor stranên şoreşê deng vedidin

Li ser sînor stranên şoreşê deng vedidin

Hemû ferdên malbateke ji Kobanê yên li embara genim a Pirsûsê bicih bûne, serê her sibehê diçin ser sînor û heta saetên dereng ji bo şervanên YPG/YPJ'ê stranên şoreşê distirên. Malbata ji 7 ferdî ku bi çûyîna ava ya rojê re berê xwe dide Kobanê dibêje, "Ji bo jibîrnekirin û di her kêliyê de bîranîna şervanên şoreşê, em diçin ser sînor û bi saetan stranên şoreşê distirê."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê meha duyemîn li dû xwe hiştin. Li ser sînor jî berxwedana nobedê dewam dike. Nobeda li ser sînor ne tenê ji aliyê Bakuriyan, ji aliyê Kobaniyan ve jî tê girtin. Kobaniyî bi hunera xwe reng didin nobeda li ser sînor. Malbatek ji Kobanê ya li Pirsûsê li embareke genim bicih bûye, ji roja hatiye û heta niha serê her sibehê diçe ser sînor û heta derneg nayê. Dayik Sedîka Mûhammed (42), bav Osman Bakûş (50) û zarokên wan Gelhat (21), Şîraz (20), Înas (14), Terkan (12) û Hammed Osman (10) ên beriya mehekê hatin Pirsûsê, serê her sibehê ji embara genim a lê dimînin diçin ser sînor. Hemû ferdên malbatê, her roj bi rêk û pêk diçin ser sînor û ji bo şervanên YPG/YPJ'ê stranên şoreşê û sirûdan dibêjin.

Gelhat, Şîraz û Înas diyar kirin ku ew şagirtên mamosteya zimanê kurdî Viyan Amara ya YPJ'yî bûn, ku par li Kobanê jiyana xwe ji dest da û gotin, "Hevala Viyan em ji asîmîlasyona ziman a faşîzma Ereb rizgar kir û zimanê me yê Kurdî careke din hînî me kir. Li dû wê, bi Kurdiya wê hînî me kiriye, em stranên şoreşê distirên."

'BI SILAVKIRINA RÊHEVALÊN XWE EM DEST BI ROJÊ DIKIN'

Şîraz Osman diyar kir ku ber destê sibehê, bêyî taştê bixwin ew bi malbata xwe re diçin ser sînor, ji bo ji nuqteyên kontrolê yên leşkeriyê derbas bibin gelekî li ber xwe din, piştre tevlî zincîra ji mirovan dibin û şervanên YPG/YPJ'ê silav dikin. Şîraz a di Koma Muzîkê ya Botan a li Wargeha ji Konan de cih digire, stranên xwe yên li ser şoreşê çêkiriye, distirê.

'BI BAVÊ XWE RE EZ Ê TEVÎ REFÊN BERWEDANÊ BIBIM'

Gelhat Osman jî da xuyakirin ku ji ber neçar maye xaka xwe biterikîne ew ji aliyê wijdanî ve xwe gelekî nebaş hîs dike û got, "Bi bavê xwe re me biryar da vegerin. Em ê biçin tevlî berxwedana hevalên xwe bibin. Divê keda me jî li wir hebe. Dema Kobanê rizgarbû, divê hingî em li dora agirê li girê Miştenûrê bi serbilindî bicivin. Piştî ku xwişk-bira û dayika xwe li vir li cihekî ewle bicih kir, bi bavê xwe re ez ê tevlî refên berxwedanê bibim."

BERÊ XWE DIDIN KOBANÊ

Gelhat Osman ku li dû şervana YPJ'ê Viyan Amara stranên şoreşgerî distirê got, "Hevala Viyan mamosteya min a zimanê Kurdî bû. Wê min ji asîmîlasyona zimanê Erebî rizgar kir. Ez şopdarê mîrateya wê me. Bi malbata xwe re em berê xwe didin Kobanê û stranên xwe yên herî bedew ên şoreşê distirên." Gelhat Osman anî ziman ku ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dane, straneke wî ya cuda heye.