Li ser rêya Til Xelef pevçûn didomin
Li ser rêya Til Xelef pevçûn didomin
Li ser rêya Til Xelef pevçûn didomin
Li ser rêya Til Xelef ku dikeve rojavayê Serêkaniyê şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/Eniya El- Nusra de cih bi cih didomin. Di pevçûnan de gelek endamên komên çete hatin kuştin û şervanekî YPG'ê jî jiyan xwe ji dest da.
Komên çete yên îro saet derdora 04.00'an de bi çekên giran ên weke tank, hawan, doçka ji herêma Til Xelef xwestin êrîşî Serêkaniyê bikin. Lê hêzên YPG'ê bersiva êrîşan dan û di encama pevçûnan de gelek êrîşkar hatin kuştin. Di encama pevçûnên ku êrîşkaran xwe paşde kişand. Her wiha tankek hate derbkirin û emîrekî komên çete birîndar bû.
Hate ragihandin ku pevçûn li ser rêya Til Xelef cih bi cih dom dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di pevçûnên îro yên li ser rêya Til Xelef de şervanê YPG'ê yê bi nasnav Amed jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanê YPG'ê wiha ye:
Nav: Mihemed Hesen Qido.
Nasnav: Amed
Navê Dayik: Nazlî.
Cihê jidayikbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1985
Di 16’ê Tebaxa 2013’an li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye.