Li ser navê HSYK’ê wê Bozdag daxuyaniyan bide

Li ser navê HSYK’ê wê Bozdag daxuyaniyan bide

Wezîrê Edaletê Bozdag nameyek ji HSYK re şand û diyar kir ku li ser navê Desteyê daxuyanî wê bi tenê ji aliyê wî ve ku weke "Serokê Desteyê ye" bê dayîn.

Piştî operasyona nelirêtiyê û bertîlê şerê rayeyê didome.

Wezîrê Edalatê Bozdag nivîsek ji Desteya Bilind a Dadgerî û Dozgeriyê (HSYK) re şand û tê de got "rayedariya nûnertiyê û rêvebernameya desteyê yên girêdayî Serokê Desteyê daxuyaniyên ku wê bên dayîn wê ji aliyê serok ve bên dayîn, di vê mijarê de wa agadar dikin û rica dikim.”

Wê ji niha û pêde daxuyaniyên ku li ser navê HSYK’ê bên dayîn tenê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bike.
HSYK nerazîbûn nîşanî guherina Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî û astengkirina operasyona duyemîn dabû û belavokek belav kiribû.