Li ser çalakiyên ‘AKP îstîfa bike’ mehek qedexe hate îlan kirin
Polîsan li Stenbolê êrîşê welatiyên ku bi bilindbûna nirxê perê biyanî re derketin kolanan kir. Li ser mezinbûna çalakiyan li gelek navçeyan qedexeya çalakiyan hate ragihandin.
Polîsan li Stenbolê êrîşê welatiyên ku bi bilindbûna nirxê perê biyanî re derketin kolanan kir. Li ser mezinbûna çalakiyan li gelek navçeyan qedexeya çalakiyan hate ragihandin.
Welatiyên ku li dijî nirx windakirina lirayê Tirk û bi buhabûyînên li pêy hev a bilindbûyîna enflasyonê, derketin kolanan û bi dirûşmeyên: “Em nikarin debara xwe bikin” û “AKP îstîfa bike” rastî astengiya polîsan hatin.
Polîsan li Avcilara Stenbolê qada ku hêzên Ked û Demokrasiyê dixwestin li dijî bihabûyîna tiştên jiyanî çalakî lidar bixin xiste dorpêçe. Polîsan, ragihandin em bi biryara qaymeqamtiyê çalakî hatine qedexe kirin.
Gel li Bakirkoya Stenbolê di saet 19:00’an de li qada top leyîstinê ya Zûhûratbabayê hatin ba hev. Bi daxuyaniya ku dixwestin bangawaziya: “ Edî em nikarin debara xwe bikin, eger hûn nikarin birêve bibin îstîfa bikin” bikin, li ser biryara qeymeqamtiyê ve hate qedexe kirin.
Polîsan, bi devkî biryara qedexeya çalakiyan a qeymeqamtiyê ragihand gelê ku ji polîsan re digotin; ‘daxuyanî dayîn mafê makezagonî ye’ û eşkere kirin ku eger daxuyanî bê dayîn ewê êrîş bikin.
Polîsan êrîşî gelê ku li pêy anonsê biryara qedexeyê bi kûşxane û tavayan protesto kirî, kir û 1 kes destgirî kirin.
Li ser vê yekê kesê ku bertek nîşan dayî got, “Ma qey emê nekarin bêjin ku em nikarin debara bikin jî? Ev heyam wê wiha neçe.”
Gel piştî çalakiyê xwest bimeşe, lê polîsan carek din astengî derxistin. Polîsan xwest kesekê ku digot: “ Ez 70 salî be nikarim debara xwe bikim” destgirî bike.
LI BEYLÎKDUZIYÊ 10 KES HATIN DESTGIRÎ KIRIN
Polîsan pêşiya welatiyên ku dixwestin li ser banga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Beylîkduziyê li Qada Metrobusan a Beylîkduziyê kom bibin, girt.
Girseyê diyar kir ku: “Em dixwazîn daxuyanî bidin, em ji bo daxwazên xwe li vê derê ne. Mûçeyê min û yê te roj bi roj dihele. Emê îro li vê derê bertekê xwe nîşan bidin. Kûşxaneya mirovan nakele. Hûn nikarin vêya bikin. Tişta ku hûn dikin sûcê makezagonê ye, hûn xeletî dikin. Emê bêjîn em nikarin debara xwe bikin. Eger ev sûc be emê vê sûcî bikin.
Amîrê polîsan, bi gotina: “Çi hewceyî fermana nivîskî heye, li gorî 2911’an talîmata devkî jî derbasdar e. Talîmata nivîskî jî di destê me de heye. Hetanî 7 rojan hemû çalakî qedexe ne”, lê biryara qedexeyê nîşanî girseyê neda.
Vê carê girseyê xwest qada ku lê ne daxuyanî çêbikin.
Lê bêyî ku hişyarî bê kirin nêzî 10 kes ji aliyê polîsan ve hatin destgirî kirin.