Li ser bîlançoya şerê 2 salan a HPG'ê
HPG'ê çend roj berê bîlançoya şerê 2 salan eşkere kir. Divê em vê bîlançoya şer çawa binirxînin?
HPG'ê çend roj berê bîlançoya şerê 2 salan eşkere kir. Divê em vê bîlançoya şer çawa binirxînin?
Beriya her tiştî encama van êrîşan bû çi? Asta ku artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê hatine çi ye? Divê mirov piçekî vê rewşê binirxîne.
Wekî ku tê zanîn pêvajoya çareseriyê ya Rêzdar Abdullah Ocalan di nav şert û tecrîda giran de ji bo bihevrejiyîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê amade kiribû, di Newroza 2013’an de bi deklarasyoneke dîrokî hatibû eşkerekirin. Piştî nîqaşên du salan bi Mûtabakata Dolmabahçeyê ya ku ji 10 xalan pêk tê, çarçoveyek ava bûbû. Lê hikumeta AKP’ê fêm kir ku divê gavekê biavêje û piştî vê jî rûyê xwe yê rastîn eşkere kir. Îlan kir ku hevdîtineke bi vî rengî tune û got ez vê maseya hevdîtinê nas nakim û ket pozîsyona êrîşê. Di dema hevdîtinan de jî AKP’ê amadekariya şer dikir. Wekî ku tê zanîn plana ‘Rûxandinê’ di Rezbera 2014’an de hate amadekirin û pêşkêşî hikumetê hate kirin. Plan wekî ya modela Srî-Lankayê bû. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê pêleke êrîşê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de şerekî giran çêbû. Bi deh hezaran leşker û polîs şand Kurdistanê. AKP ji vê gavê gelekî hêvîdar bû. Lê tişta ku wan bîr nedibir ev bû ku Kurd wê li ber xwe bidin. Jixwe wisa jî bû. Bi hêza gerîlayên Kurdistanê li Zagros, Amed, Botan û Dersimê di şerên giran de bi hezaran leşkerên wan mirin. AKP’ê fêm kir ku li çiyayan nikare bi gerîlayên Kurd vê carê berê xwe da bajaran. Bi derfetên teknolojiyê êrîşî Sûr, Cizîr, Nisêbînê kir. Li bajarên Kurdistanê bi pêşengiya “Mehmet Tûnç, Pakîze û Çiyageran” berxwedaneke mezin hate nîşandan. Bi vê berxwedanê re plana rûxandinê ya hikumeta AKP’ê jî rûxiya.
Hikumeta AKP’ê ya şer dît ku di qada leşkerî de nikare tu encaman werbigire berê xwe da qada siyaseta legal, hevserokên giştî yên HDP’ê jî di nav de gelek şaredar, endam û rêveber dîl girt.
AKP û artêşa wê dît ku li bajar û çiyayan nikare bi ser bikeve, vê carê jî çekên ku di hiqûqa şer a navneteweyî de qedexe ye bi kar anî. Van tiştan jî têkçûna AKP û artêşa wê veneşart.
Di bîlançoya şer de ya ku HPG’ê eşkere kiriye mirov dikare vî tiştî bibîne, artêşeke ku ji nav derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an derketiye, wê çiqasî xurt be? Tê dîtin ku artêşa Tirk ji dêvila şerê ji nêz ve, bi teknolojiyê şer didomîne û ji raya giştî re vî tiştî wekî serkeftin dide xuyakirin. Dema em bi kitekit li daxuyaniya HPG’ê dinihêrin tê dîtin ku tu serkeftina artêşa Tirk tune û di şer de têk çûne.
Wesayîtên leşkerî ên hatine îmhakirin: 376 (15 tank), wesayîtên leşkerî (bi zirx) ên ku hatine derbekirin: 209 (6 tank), helîkopter û balefirên ku hatine xistin: 5 skorsky, 5 kobra, balefireke F16, helîkopterên ku hatine derbekirin: 85.
Tê dîtin ku hikumeta AKP’ê van tiştan ji raya giştî vedişêre. Kesên ku her roj dibêjin evqas gerîla hatine kuştin û êdî wê tu kes nikaribe navê gerîlayan bibêje, wê van hejmaran ji me re çawa rave bikin?
Em ji ser van hejmarên ku HPG’ê dane nirxandinan bike, tê dîtin ku artêşa Tirk nikare şer bike. Hatiye asteke wisa ku, ji bejahiyê nikare tiştekî bike û bi rêya teknîkê şer dike û dixwaze têkçûna xwe veşêre. Heke ne wisa be çima operasyonên ji bejahiyê 746 e lê operasyonên hewayî 1246 e? Operasyonên hewayî du qatan li yên bejahiyê ne. Nexwe divê em qala artêşeke ku têk diçe bikin an jî ligel evqas êrîşan qala gerîlayan bikin ên ku pozîsyona xwe diparêzin û her roj çalakiyan dikin?
Artêşa Tirk dibêje “Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta 23’ê Gulana 2016’an di operasyonên li dijî PKK’ê de bi giştî 7 hezar û 78 ‘terorîst’ hatine bêbandorkirin.”
Van hejmarên hanê çiqasî rast û rasteqîn in? HPG jî wisa diyar dike: Gerîlayên şehîd: 1116, dijminên ku hatine kuştin (polîs, leşker û hwd.) 6353 (72 jî rayedar in).
Li gorî bîlançoya artêşa Tirk, di van dîrokan de 500 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Lê nexwe 6500’ê din li ku ne? Tê dîtin ku ev hejmarên hane ne rast in. Heke hejmarên wan rast bin, nexwe divê heta niha 20 caran gerîla qediyabûn.
Hêleke din heye ku di dema dawî de li ser medya civakî em tim lê rast tên jî ew hovîtiya artêşa Tirk e ku li ser cenazeyê gerîlayan dike. Seraqet ji bo ku cenazeyên gerîlayan teşhîr bikin û kêm bikin çi ji dest wan tê texsîr nakin. Em ji du hêlan ve dikarin li vê meseleyê binerin; ya pêşî ew e ku artêşa Tirk dixwaze têkçûna xwe ya li bara gerîla veşêre û ji hêla psîkolojîk ve dixwaze moralê bide leşkerên xwe. Dixwazin bibêjin, binerin em pir xurt in, ku bi dest me dikevin em dikarin wiha bikin. Bi vê jî dixwazin leşkerên xwe motîve bikin. Li hêla dî jî bi vê dixwazin li cem raya xwe ya giştî xwe serkeftî nîşan bidin. Dixwazin vê ji xwe re bikin amûra propagandayê, vê weke serfirazî nîşan bidin û bidin çespandin. Lê divê em ji bîr nekin; HPG di daxaxuyaniyên xwe de ragihandiye ku gerîla ji bo ku bi saxî neyên girtin bombeyan bi xwe de diteqînin. Her çendî rastî wiha be jî, artêş ku vê weke ku serkeftina wê be nîşan dide ev ji jar û qelsî, têkçûyin û ne serketina wê ye. Hêla dî jî ew e ku raya giştî ya Kurd ji xwe re kiriye hedef. Bi vê dixwazin ji Kurdan re bibêjin, heke hûn li ber xwe bidin em ê wiha li we bikin, bi vî rengî dixwazin li ser civakê tirsê serwer bikin, bi vî rengî jî Kurdan ji hêla psîkolojîk ve qels bikin û berxwedanê bişkînin.
Lê di van salên dawî de hem hêzên gerîla hem jî civaka kurd careke dî nîşan daye ku ew ê nikaribin bi van şerê wiha yê psîkolojîk bi Kurdan gavê bi paş ve bidin avêtin û nikarin wan têk bibin, herî baş jî a ku vê dizane AKP û artêşa wê ye. Encam; hikûmeta şer a AKP û MHP’ê bi hemû kirinên xwe di vê pêvajoya du salan de têk çûye. Hem li nav welêt û hem jî li qada navdewletî em vê bi rengekî vekirî dibînin. Tirkiye li Rojhilata Navîn û li dinyatê tenê maye û beşên civakî yên ku li ber xwe didin hene û ev serketin û encama gerîlayê Kurd e.