Li Semsûrê 3 ciwan hatin binçavkirin
Li Semsûrê 3 ciwanên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin hatin binçavkirin.
Li Semsûrê 3 ciwanên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin hatin binçavkirin.
Li kolana Gokkûşagi ya taxa Altinşehîr a Semsûrê doh bi şev 3 ciwanên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin ji aliyê nobedaran ve hatin binçavkirin.
Serhat Cebe, Erhan Cebe û Hanîfî Boztemîr ên birin Şaxê TEM'ê hatin sûcdarkirin ku li strana 'Em in Apocî' guhdarî kirine.
Ciwanan diyar kirin ku guhdarîkirina li stranên Kurdî sûc nîne û gotinên wê jî sûc nîne.
Ciwan piştî îfadeyê radestî dadgehê hatin kirin.