Li Samsûnê nijadperestan êrîşî heyeta HDK’ê kir
Li Samsûnê nijadperestan êrîşî heyeta HDK’ê kir
Li Samsûnê nijadperestan êrîşî heyeta HDK’ê kir
Koma nijadperest ya ku dixwest ber bi otele heyeta HDK'ê lê dima bimeşe bi keviran êrîşî xebatkarên çapemeniyê û polîsan kirin. Sekna koma rûpûş ya li dora otelê berdewam dike. Li aliyê din avahiya partiyên çepkir lê rastî êrîşa komekî qelebalix hat.
Heyeta Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya ku duh li Sînopê rastî êrîşa komekî nijadperest hat li Samsûnê jî rastî êrîşê hat. Heyeta HDK'ê ya di nav de wekîl jî hene ya ku li Otela Omtelê dima piştî civîna çapemeniyê û derbazî otela li Atakumê bû. Koma nijadperest ya ji 20 kesan pêk dihat xwest ku ber bi otela Heyeta HDK'ê li dima bimeşe. Pêşiya koma rûpûş ji aliyê polîsan ve hate girtin û pişt re jî bi keviran êrîşî polîs û xebatkarên çapemeniyê kirin. Polîsan li pêşiya komê bend ava kir û sekna wan didome.
Li aliyê din avahiya nûnertiyên Partiya Pêşeroja Çep û Kesan, 78'ên Şoreşger, Mala Gel, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) lê heyî rastî êrîşa komên nijadperest hatin. Koma nijaderest a ku li ser tora civakî xwe bi rêxistin kir û hejmara wan zêdehî hezaran kesanin bi sloganan camên avahiyê şikandin. Ji komê hinekan xwest ku di balkonan de bikevin avahiyê. Di avahiyê de zêdehî sede kesên ji bo tevlî civîna HDK'ê bibin hebûn. Êrîş berdewam dikin.