Li Şamê pîrozbahiya Newrozê

Li Şamê pîrozbahiya Newrozê

Li paytexta Sûriye Şamê komîteya amakekar a Newrozê amadekariyên şahiya Newrozê bi dawî kir û agirê Newrozê li ber Navenda Osman Seberî geş bû.

Kurdistaniyên li paytexta Sûriyeyê Şamê dijîn dê îro li Taxa Zorava ku Piraniya Şîniyên wê kurdin Newrozê pîrozbikin. Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de amadekariyên şahîyê bi dawî bûne, Koma Serhed û hunermend Elî Gavan û Fehmî Reşîd beşdarî şahiyên ku îro saet di 09.00'an de dest pê dike dibin.

Di heman çarçoveyê de pêr êvarê dayikên aşitiyê agirê Newrozê li  ber navenda Çand û Hunerê ya Osman Seberî  pêxistin û ciwanan li dora agir stran gotin û govend gerandin.

Her wiha duh jî şahiyeke din li ber navenda Çand û Hunerê ya Osman Sebrî hat lidarxistin.