Li Şamê mamosteyê zaningehê Aras Xelîl hate kuştin
Li Şamê mamosteyê zaningehê Aras Xelîl hate kuştin
Li Şamê mamosteyê zaningehê Aras Xelîl hate kuştin
Li paytexta Sûriyeyê Şamê doh mamosteyê zaningehê yê Kurd Aras Xelîl, piştî teqînên ku rû dan bi kêliyekê hate siûqast kirn û jiyana xwe jidest da.
Li paytexta Sûriyeyê Şamê doh piştî ku wesayiteke bombe barkirî hate teqandin, mamosteyê zaningehê yê Kurd Aras Xelîl jî rastî erîşekî hat. Xelil dema ku li mala xwe bû, ji aliyê qernasên ku nêzî mala wî bi cih bibûn hate gule baran kirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Xelîl bi balafirê şandin Qamişlo. Xelîl, li cihê ji dayik bûna xwe Hesekê dê were defin kirin.
Aras Xelîl yê 60 salî mamosteyê zaningehê beşê çandiniyê xwendibû, piştre doktoreya xwe di aboriya çandiniyê de li zaningeha Şamê wergirtibû. Xelîl ji Hesekê ye û 3 zarokên wî hene.