Li Şamê di êrişa xwekujî de 4 sivîl hatin qetil kirin
Li Şamê di êrişa xwekujî de 4 sivîl hatin qetil kirin
Li Şamê di êrişa xwekujî de 4 sivîl hatin qetil kirin
Li bajarê Şamê êrîşeke xwekujiyê ji aliyê komeke Îslamî ve li dijî buroyeke girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê pêk hat. Di encamê de 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, her wiha 17 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa SANA'yê ya girêdayî rêjîma Baasê hate ragihandin ku îro birbangê kesekî girêdayî komeke Îslamî êrîşeke xwekujiyê li taxa Cisir El-Ebyed a bajarê Şamê pêk anî. Di encamê de 4 welatiyên sivîl ji wan jinek jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 17 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî Çavdêriya Şopandina Mafê Mirovan êrîşa xwekujiyê li dijî buroya girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê pêk hat, lê hemû qurbanî ji welatiyên sivîl bûn ku 4 kes di nav de jinek jî heyî jiyana xwe ji dest dan û 17 kesên din jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê yê ku bajarê Şamê heta niha di destê hêzên rêjîma Baasê de ye û komên çekdar carinan li vir bi fûzeyan û êrîşên bombekirî li dijî rêjîmê pêk tînin.