Li Samandagê qurbaniyên erdhejê bi meşê hatin bîranîn
Li navçeya Samandag a Hatayê, kesên ku di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn a erdhejê de bi rengekî girseyî hatin bîranîn.
Li navçeya Samandag a Hatayê, kesên ku di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn a erdhejê de bi rengekî girseyî hatin bîranîn.
Erdhejzedeyan li Samandagê kesên ku beriya salekê jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn. Di dema serdana li Goristana Asrî Çîgdede de Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi malbatên qurbaniyan re rûnişt û got, "Di erdhejê de dilê her kesî şewitî. Lê belê mirovên ku jiyana xwe ji dest dan dema nas bûn, dema hevalên me bûn, canê mirovan hîn bêhtir diêşe. Em ê wan ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Em ê li her derê ji bo vê têbikoşin. Em ê vî bajarî jinûve ava bikin. Ji bo jiyanê bidin vî bajarî, çi ji destê me tê em ê bikin."
Şêniyên Samandagê piştî serdana li goristanê, ji Kolana Ahmet Yesevî heta Kolana Nîl meşiyan.
Di meşê de bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî pankarta bi nivîsa "Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin, em ê hesab bipirsin" hate hildan.
Di meşê de tim û tim dirûşmên "Alîkariyên hatin komkirin di destê dizan de ne", "Hikumeta ku kon difiroşe bila îstifa bike", "Hikumet a kujer wê hesab bide" û "Em neçûn, em li vir in" hatin qîrîn.