Li Saarbrucken û Mannheîmê êrîşên li Efrînê hatin protestokirin
Li bajarên Saarbrucken û Mannheîm ên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a li Efrînê protestokirin.
Li bajarên Saarbrucken û Mannheîm ên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a li Efrînê protestokirin.
SAARBRUCK
Li bajarê Saarbruck ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê protestokirin.
Di çalakiya bêîtihatiya sivîl a li pêşiya HBF Saarbruck hate lidarxistin dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê” û” Kujer Erdogan” hate qîrkirin.
Girse niha li pêşiya HBF’ê çalakiya rûniştinê lidar xistiye.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya HBF’ê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Efrînê protestokirin.
Girse li pêşiya HBF’ê dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Qatil Erdogan” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr dikin.