Li Rûsyayê coşa rojbûna Ocalan

Li Rûsyayê coşa rojbûna Ocalan

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytextê Rûsyayê Moskowa li Mala Kurda, li navçeya bajarê Seratov Yarşova li Navenda Çand û Huner ya Firatê, li bajarê Krasnadar li salona piletnirovke û li komara Adigey li gundê Belo pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin di şahiyekê de hatin cem hev. Di şahiya ku ji aliyê Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê hatibû rêxistin kirin de nûnerên rêxistinên Kurd yê li Federesyona Rûsyayê xebat didin meşandin li ser wate û giringiya rojê axaftin kirin.

Kurdistaniyên li paytext Moskowayê dijîn bi boneya roja 4’ê Nîsanê roja rojbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin doh êvarî seat di 18.30’an de li Mala Kurdan di şahiyekê de hatin cem hev. Şahiya ku ji aliyê Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê hatibû amadekir bi deqîqeyeke ji bo kesên ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyan xwe ji dest dane rêz girtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê nameya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi riya heyeta BDP'ê ku çû Îmraliyê peyama 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna xwe ji Meşvanê Amara û gelê Kurd re reşandi bû ji hêla rojnamevan Kurdistan Lazgiyeva ve hat xwendin.

Li ser wate û giringiya rojê endama Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê Marîna Axoyan, Serokê Rêxistinê Navnetewî Civakî yê Kurd Mîhrab Şamoyev û Serokê Organîzasyona Çanda Mezopotamyayê Refîqê Kamil axaftin kirin. Kamil di axaftina xwe de got bi saya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan îro em wek gelê Kurd di nav gelê cihanê de navê xwe dibînin û got:

“Di serî de ez rojbûna Serok Apo li hemû Kurdistaniya û dostên wan pîroz dikim. Serokatî bi dilnizmiyek pir mezin bi nameyekê spasiya gelê Kurd dike. Em jî wek gelê Kurd sipasiya xwe jê re dikin. ji ber îro serok çavê gelê Kurd vekir. Di nav gelê cihanê de hişt navê Kurda jî bê bihîstin. Dema em biçûk bûn em bêhêvîbûn. Ji ber ku me hemû tiştê xwe ji bîr kiribû û Kurdîtiya me wenda bibû. Lê îro bi saya Serok Apo di çavê zarokê me de hêvî heye, hêviya azadiyê. Ez dibêjim rojbûna te li mehûyan pîroz be ey Serokê Mezin”

Piştî axaftina koma zarokên Amara, hûnermend Delîl û Ferman, Şad û Canyar derketin ser dikê û şahiyê despêkir. Bi stranan re gel dem dem goven geran piştî di seatê pêş de jî pateya li ser “Rojbûna te Pîroz be ey Serok” nivîsan dî ji hêla zarokan ve hat qut kirin. Pîştî paste hat qut kirin li gel tilîliyên jinan Kurdistanî siloganên “Bijî Serok Apo” qîriyan.

Pîrozbahî heya derengê şev bi gerandina govendê berdewam kir.

SARATOV

Kurdistaniyê li bajarê Saratov û navçeyên derdor dijîn ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin do danê êvarî seat di 16.30’an de li navçeya Yarşovayê hatin cem hev. Pîrobahiya ku ji hêla organîzasyona Zagrov ve hatibû amade kirin li Navenda Çand û Huner ya Firatê bi amadebûna gelek Kurdistanî dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de endama komîteya jinan ya gûndê Azingê Gulbahar Mamedov ji kurdistaniyên di şahiyê de amadebûne re axaftinek kir. Mamedov di axaftina xwe de got:  

“Salek din emê vê rojê bi Serok APO re pîroz bikin. ji ber ku êdî gelê Kurd naxwaze serokê xwe di nav çar dîwaran de bibîne. Pêşketinên niha tên jiyankirin jî me berbi rojên azadiyê ve dibe. Ez dîsa roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna serok APO li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim.”

Piştî axatinê pasteya ku ji rengê kes û sor û zer pêk dihat ji hêla zarokan ve hat qut kirin. Pîştî birîna pastê komên mûzîkê Koma Lorîn, Koma Medya û Koma Zaroka derketin ser dikê. Şahiyê heya seatê dereng berdewam kir.

KRASNADAR

Kurdistaniyên li bajarê Krasnadar dijîn ji bo 64. rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin di şahiyekê de hatin cem hev.

Şahiya ku seat di 14.00’an de li salona Piletnîrovkê bi deqeyekê rêz girtin ji bo kesên ku di tekoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêz girtinên li ser wate û girîniya rojê endama komîteya jina Dîlber Mehmedov axaftinek kir. Dîlber di axaftina xwe de got:

“Rojbûna Serok Apo li hemû Kurdan pîroz be ger serokatî nebûya em Kurd ji xewa mirinê şiyar nedibûn. Ger îro Kurd xwedî îradeyekê ye ev yek bi saya rêber Apo ye. Em rojbûna Rêber Apo li hemû Kurda pîroz dikin”

Piştî axaftina şahî bi bernama mûzîkê berdewam kir. Di berdewama şahiyê de pasteya ku li ser “rojbûna te pîroz be” hatibû nivîsandin ji hêla zarokan ve hat qutkirin. Pîştî qutkirina pastê şahî bi govêndê heya dereng berdewam kir.

ADIGEY

Kurdistaniyên li komara Adigey dijîn ji bo rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin li Mala Kurdal li hev civiyan.

Pîrozbahiya ku di seat 15.00’an de despêkir gelek Kurdistanî beşdar bûn. Pîrozbahî bi bernameya mûzîkê despêkir pîştî bernameya mûzîkê pasteya ku ji rengê kesk û sor û zer pêk dihat û li ser “64. Rojbûna te pîroz be” hatibû nivîsandin ji hêla zarokên Kurd ve hat qut kirin. piştî qutkirina pastê Kurdistaniya li bexçeyê Mala Kurda dar çandin û govend gerandin.