Li Rotterdamê baga bi ruhê Têkoşîna 14’ê Tîrmehê

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê fînala çalakiyan a 15 rojan, îro destpê kir.

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî qirkirinê li Kurdistanê fînala çalakiyan a 15 rojan, îro destpê kir.

Çalakiya ku nepixandinên bi rengên kesk, sor û zer e ku esmana xemilandin li hewa bakirin, girseyekî nêzî 70-80 kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de qetlîama Fransa bi dirûşman hatin şermezerkirin, pankarta ku wêneyê Hûrşît Kulter li ser bû hate vekirin.

Di çalakiyê de Ûlaş Heval axivî û bal kişand ser Berxwedan Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û wiha got: “Bi ruhê 14’ê Tîrmehê û nixên ku Mehmet Tûnç afirandine rast xwendin û bilind bikin. Divê li dijî dijminê mirovahiyê seknekî hevpar raber bikin.”

Koma sosyalîs a Hollnadayê jî di çalakiyê de axifîn.

Di dema çalakiyê de 2 kesên Tirk ên faşîst ku hewldan gel prove dikirin ji, ji aliyê polîsan ve hatin girtin.