Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê jinên kurd cihê xwe di nava akademiya perwerdehiya asayişê ya li Gundê Şêrka digrin û xwe ji bo tevlêbûna asayişê amede dikin.
Li bajarê Dêrikê yekem akademiya perwerdeha asayişê li Gundê Şêrika hate vekirin. Ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û deverên ku Kurd lê dijîn gelek kes ji bo cihê xwe di nava perwerdeya asayişê de girtin.
Di dewriya yekem de kesên ku bawername girtin hemû endamên zilam bûn. Lê di dewreya duyemîn de jinên Kurd jî tevlî perwerdehiyê bûn û bawernameyên xwe wergirtin.
Ji jinên Kurd yên tevlî perwerdeya asayişê bûyî Leylan Osê bû. Osê diyar kiri ku ew bi armanca beşdariya jinan ji bo hemû beşên jiyanê tevlî asayişê bûye. Osê diyar kir ku bi jin bi tevlîbûna asayişê hêza xwe nîşan dide û wiha axivî: Bi tevlîbûna jinan bêtir asayiş dikare temsîla civaka Rojavayê Kurdistanê bike.
Piştî azad kirina bajarên Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd dest bi avakirina navendên perwerde û rêxistkirina civakî kir. Di nava van navendan de akademiya perwerdeya jinan jî hebû.