Li Rojava têkoşîna yekiti û parastinê- Tariq Hemo
Li Rojava têkoşîna yekiti û parastinê- Tariq Hemo
Li Rojava têkoşîna yekiti û parastinê- Tariq Hemo
Kurdên Rojava şerê hebûn û tunebûnê dimeşînin. Li hemberî rejîma Beşar Esad û muxalefeta nijadperest destkeftiyên xwe diparêzin. Rejîm û muxalefet kurdan wekî îradeyeke serbixwe qebûl nakin. Hewl didin heremên kurdan têk bibin û tevlihev bikin. Naxwazin hêzek leşkerî ya kurdên Rojava xurt bibe û cihê xwe bigire. Ji ber hindê bi hemû derfetên xwe û bi alîkariya dewleta tirk, ev komên çete niha hewl didin dorê li kurdan teng bikin. Bi taybetî jî êrîşê bajar û gundên kurdan ên di tixûbên Rojava de tên kirin. Plana wan ew e ku kurdan ji van herêman derbixin û wan derbider bikin. Ev Enfalek din e. Bi taybetî li bajarên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê êrîş zêde dibin. Li van bajaran û gundên derdora wan hijmarek eşîrên ereb jî hene. Bi riya van eşîran navendên neyarên doza kurd û Kurdistanê, bi taybetî jî dewleta tirk, hewl didin şerekî gelan derxin. Ev eşîr piraniya wan alîgerên rejîma Esad û Partiya Baas a desthilatdar bûn. Niha gelek ji wan dibin alîgirên komên çekdar û bi riya van koman dixwazin hêza kurdan qels bikin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di sala 2011’an de ji bo berevanî û parastina gelê kurd û hemû gelên herema Rojava hat damezirandin, hewl dide rejîm û muxalefetê dûrî kurdan bike ku şerê di navbera wan de derbasî Rojava nebe. Lê rejîm û muxalefeta nijadperest kurdan ji xwe re hedef digirin û her yek ji aliyê xwe ve bi ser wan ve tê. Rejîmê bi riya balafirên şer gelek kurd li taxên Helebê kuştin. Komên muxalefeta nijadperest jî niha herema Hesekê û Qamişlo ji xwe re kirine hedef û dixwazin kurdan têk bibin da ku tevahiya vê heremê bigrin bin destên xwe. Ev herem ji bo Sûriyeyê hebûnek xwe ya stratejîk heye. Nîvê berhemdariya çandiniyê û petrola welat ji vê heremê tên. Loma ev êrîş bi beşdariya gelek komên çete û hin êşîrên heremê pêk tên.
Di van rojên dawî de li Til Temir şerekî dijwar di navbera kurdan û hêzên çete de qewimî û hîna jî didome. Di vî şerî de carek din hêza parastina Rojava, YPG lehengî û qehremanî nîşan da. Dikaribû gel biparasta û bi dehan ji endamên van komên çete bikuşta. Di 72 saetên dawî de li Til Temirê YPG’ê 3 şehîd dan. Li Efrînê jî 2 şehîd.
Gelê kurd xwedî li şehîdên xwe derdikeve û ji bo hildana tola wan bi dehan ciwanên nû tevli refên YPG’ê dibin.
Li Rojava YPG bûye dibistana berxwedan û fedakariyê. Di van 2 salên derbasbûyî de kurdên Rojava karîbûn hêzek leşkerî ya bi rêk û pêk û pispor ava bikin. Niha ev hêz bûye 3’mîn hêz li Sûriyeye û ji deh hezar şervanan pêk tê. Tevgera Azadiya Kurdistanê xwendinek stratejîk kir û karîbû rewşa Sûriyeyê baş binirxîne. Got ku divê kurd xwe dûrî şerê navxweyî bikin û nebin peyayê tu hêzê. Xwe birêxistin bikin û ji bo xwe bixebitin.
HÊZA PARASTINA GEL
Niha kurd bûne hêzek sereke û xwe li ser hemû hêzên navxweyî, heremî û navneteweyî ferz kirine. Komên muxalefeta nijadperest hewl didin cihên stratejîk ji destê kurdan derbixin. Çavê wan li berhemên çandinî û petrolê ye. Lê dê bi ser nekevin. Li Rojava gelek ereb, suryanî, asûrî û ermenî YPG’ê wekî nûnerê xwe dizanin. Dibêjin vê hêzê em ji destdirêjî û terora komên çete parastin. Loma em şêweyên alîkariya cur bi cur ji aliyê van kesan ji bo YPG’ê dibînin. Gelek kesên ne kurd jî tevli nav refên vê hêza parastinê bûne.
Divê were gotin ku tevahiya neteweya kurd tekoşîna YPG’ê li dijî hêzên nijadperest dişopîne. Neteweya kurd bi serkeftina vê hêza xweparastinê kêfxweş e. Ji bo kurdên Rojava pêwîstî bi yekgirtinê heye. Divê hemû hêzên siyasî xwe bicivînin ser hev û di yek çeperê de şerê dijminan bikin. Em dibînin ku piraniya partiyên Rojava cihê xwe li cem berxwedana YPG’ê digirin. Tenê koma bi navê ‘Hevgirtina Siyasî’ ku li Hewlêrê di bin çavdêriya PDK’ê de hatiye damezirandin, helwestek cuda digire. Ev kom, xwe ji refên kurdan vediqetîne û çavê xwe berdide hin hesabên biçûk. Bi muxalefeta ereb a ku nasnameya kurdan nas nake re têkilî datîne û hewl dide bazarê li ser destkeftiyên kurdan bike.
Şer û berxwedana ku YPG ji bo parastina hebûn û nirxên gelê Rojava dike, ji aliyê vê ‘hevgirtinê’ ve tê piştguhkirin. Berovajî ku tê xwestin, ew hewl dide YPG û PYD’ê qels bike û kampanyaya reşkirinê dimeşîne. Bi riya 2 saetan weşana di televîzyona PDK’ê Zagros TV de kampanyaya reşkirin, marjînalkirin û berovajîkirina rastiyan tê meşandin. Di vê kampanyayê de tewanbariyên cur bi cur li dijî hêza parastina kurdên Rojava YPG tên kirin û destkeftî û qurbanî tên piştguhkirin an jî biçûkxistin.
Ev nêzîkî salekê ye ev kampanya dewam dike. Me heta niha dengê xwe nekiriye, lê ev şêweyê ‘rexnekirinê’ ku bûye kînek reş, divê ji îro û pê ve bêbersiv nemîne. Divê gelê kurd rastiya vê hewledanê nas bike û bi xwe biryar û hikûm bide.
DIVÊ RÊ NEYÊ DAYÎN
Divê ‘Hevgirtina Siyasî’ bizanibe ku YPG heta niha zêdeyî 50 şehîd daye û dema ew bi riya vê kampanyaya reşkirinê xebata vê hêzê biçûk dixe, ew hestên 50 malbatên kurd birîn dikin û xwîna zarokên wan erzan û bê qîmet dikin.
Divê PDK rê li ber vê komê bigire da ku zêdetir kînê belav neke û navbera kurdên Rojava têk nebe. Eger ew çend partiyên ku di vê ‘hevgirtinê’ de cihê xwe girtine, nikaribin gel biparêzin, bila bêdeng bimînin û dev navêjin kesên ku niha di riya azadiyê de xwîna xwe dirijînin. Ew azad in herin Hewlêrê û ligel malbatên xwe li wir bi cih bibin, lê qet mafê wan nîn e ku xebata welatparêzan erzan bikin û li cem muxalefeta ereb a nijadperest bazarê li ser xwîna kurdan bikin.
Eger çavê wan li Gumrika Sêmêlka û Petrola Rimêlanê be û ditirsin ku partiyek van berheman bo xwe terxan bike, ew şaş in. Ev berhem dê milkê hemû kurdan be. Jixwe niha Desteya Bilind a Kurd ew çavdêriya tevgera çûn û hatinê, kirîn û firotinê dike û hemû pere di destê wê de ye. Ji PDK’ê tê xwestin ku senaryoyên birakujiya Başûr li Rojava dubare neke. Divê kurdên Rojava ji bo gumrik û petrolê bi hev nekevin. Divê PDK van partiyan ber bi yekitiya bi hêzên din re bibe. Eger bixwazin bi awayekî çekdarî gel li hemberî komên çete biparêzin, mafdar in, lê nabe hêzek din hedef bigirin.
Eger ev 4 partî xwe mîna muxalefetek demokrat binasin û berjewndiyên kurdên Rojava biparêzin, mafê wan ê karên siyasî û çavdêriyê heye. Divê rêz ji vî mafî re were girtin. Lê eger ew hewldanên xwe yên bêbandorkirina Desteya Bilind û YPG’ê û têkiliyên bi komên çekdar re berdewam bikin, divê tu carî derfet ji bo wan neyê dayîn ku bi hêz bibin û karibin li hemberî yekitiya kurdan bibin asteng. Eger hêza wan peyda bibe dê hemû axaftinên xwe bikin pratîkê û dest bi şerê birakujiyê bikin.
Divê ezmûna başûrê Kurdistanê ya birakujyê li Rojava dubare nebe. Di roja îro de du tişt ji bo gelê Rojava jiyanî ne: Yekitiya hêzên siyasî û berevaniya heremên Rojava li hemberî êrîşên rejîm û muxalefeta nijadperest. Di vê qonaxa dîrokî de her hêzek divê bibe alîkar û parêzvanê yekitî û biratiyê