Li Rojava çalakiyên şermezarkirina 15'ê sibatê dewam dikin
Li Rojava çalakiyên şermezarkirina 15'ê sibatê dewam dikin
Li Rojava çalakiyên şermezarkirina 15'ê sibatê dewam dikin
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, meşeke bi meşele li dar xist.
Li Dêrka Hemko Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke bi meşele, bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê li dar xistin. Meşa ciwanan ji meydana azadiyê destpê kir. Ciwanan pankartên ku li ser nivisîbûn"Erê ji azadiya Ocalan re, na ji plangeran re'' hilgirtin û duruşmeyên "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Meşvan carde vegeriyan meydana azadî û li wir axaftin li ser armanca çalakiya ciwana hatin kirin. Herwiha li bajarê Dêrika Hemko gelek welatiyên Kurd ji despêka heyva Sibatê vê bi armanca şermezarkirna komployê li ser baniyê xaniyên xwe dadilqînin.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca şermezarkirna 15'ê Sibatê belge fîlmeke li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî di navenda ciwanên şoreşger de hate nîşandayin.
Di çalakiyê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Botan Hesen axivî û dazanîn ku ew wek ciwan ewê heta dawî li ser şopa Ocalan bimeşin û wê karê xwe li ser fikir û felsefeya Ocalan dewam bikin. Herwiha Hesen êrîşên rêjîma Baas yên li ser Kurdên Eşrefiyê jî şermezar kir. Piştî axavtinê ciwana li belge filmê temaşe kirin.
Konfederesyona xwendekarên welatparêz jî bi heman armancê meşeke bi maşele li dar xist, Meşvanan di meşêde dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" qîriyan. Herwiha meşvanan li axaftinên Ocalan guhdar kirin.
Li Qamişloyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger li belge filmê li ser kesayeta Ocalan û komployê ku li dijî gelê kurd di şexsê Ocalan de hate lidarxistin, di navenda Ciwanên Şoreşger nîşan da.