Li Rojava çalakiyên roja zimanê dayikê tên lidarxistin

Li Rojava çalakiyên roja zimanê dayikê tên lidarxistin

Saziya Zimanê Kurdî(SZK) bi munasebeta roja zimanê dayikê ya navnetewî, dê sibe li bajarên Rojavayê Kurdistanê gelek çalakiyên cûda lidarbixe.

Bi munasebeta roja zimanê dayikê ya navnetewî, saziya zimanê Kurdî dê sibe çalakiyên cûda li bajarên Rojavayê Kurdistanê lidarbixe. SZK'ê bernameya xwe ya sibe bi vî awayî ragihand:

- Li Qamişlo wê di hola Sehara di demjimêr 12.30 san de bawernameyên zimanê kurdî li 270 şagirtên ku dewre qedandine bi merasîmekê were belavkirin.

- Li Amûdê dê meşek li dijî biryarên rêjîma Baas a girtina dibistanan bê lidarxistin.

- Li Dirbêsiyê di demjimêr di 14.00'an de dê semînera helbestê pêk were.